Heci Qadirê Koyi: His Diwan’s Adventure in Istanbul and His Fellowship With Keyfi | Author : Mesut ARSLAN | Abstract | Full Text | Abstract :Di helbesta kurdî de pêsengê veguherînê Hacî Qadirê Koyî ye. Ji aliyê ruxsarî ve ferqa helbesta wî û ya helbestên klasîk nîne, lê mijarên wî êdî ne xeyal û metaforên klasîk in. Wî bi helbestên xwe yên nûjen ji nifsekî re mamostetiya kurdîtiyê kir. Di vê gotarê de pêsî em ê behsa fikriyata Koyî û tesîra wî ya li ser rewsenbîrên kurd bikin. Peyre jî em ê li Stembolê bikevine pey sopa dîwana wî: Çima çap nebû, çawa winda bû? Ji bo fêmkirina jiyana Koyî ya li Stembolê em ê behsa helbestvan Keyfî (Fethulla Ciwanroyî) jî bikin ku riya wî jî bi Stembolê ketibû û li vir bûbû destebirakê Koyî.
|
| The Characters of Kurdish Fairy Tales | Author : Mezher ÎBRAHÎMÎ | Abstract | Full Text | Abstract :Çîrokî efsûnawî, meydanî milmilanêy nêwan dû hêzî çake û xirape ye. Lem çîrokane da, Pallewan wek rêberî berey çake, be pistîwanîy yarmetîderan, be ser tawankare xeyallî û mirove pîs û çewsênerekan da serdekewêt û cîhanêk dûr le zilm û xirape wedî dehênêt. Vladimir Propp, be pêy kirdewe û erkî kesêtiyekan, heft aqarî çalakîy destnîsan kirdûwe. Çîroke efsûnawîyekan, sererray lêkçûnî pêkhateyan, le hendê layenewe ciyawaz in. Kesêtiyekan, layenêkî em ciyawazî û taybetmendiyane pêkdehênin û lêkollîneweyan detwanêt rêga bo berawirdkarîy çîrokî netewekan xos bikat. Dozrawekanî em twêjîneweye eweman bo rûn dekatewe ke mirov wek pallewanî em aqare, le zorîney çîrokekan da le corî çalak, le zayendî nêr, bira yan xuskî biçûk yan taqane ye. Le barî pêgey komellayetîyewe, nîwey pallewanekan le binemalley padisa û nîwekey dîkes xellkî asayî û hejar in. Herweha taûtwêkirdinî nawî pallewanekan, dûpatbûnewey penca le sedî çend nawêkî zortir Erebî pîsan dedat. Kesêtiye çalakekanî ses aqarekey tirî çirokî efsûnawîy Kurdî bem sêweyen: A. Tawankar: dêw, ejdîha, endamanî xêzanî pallewan, pîrejin, derwês û padisa; B. Yarmetîder: keristey cadûyî, giyanleberan û be taybet esp, dêw, sîmurx, pîrejin, kiçe pasa û perîzadekan; C. Sazadexan: kiçanî padisa û perîzadekan; D. Bexsinde: dêw, Xidrî Zîndû yan piyawî ridênsipî, û perîzadekan; E. Berrêker: endamanî xêzanî pallewan, sazadexan û bawkî; F. Pallewanî diroyîn: bira gewre û awellzawakanî pallewan. Be gistî, detwanîn kesêtiye amadekanî nêw çîrokî efsûnawîy Kurdî, be gwêrey hellwêstyan le beranber pallewan da, be ser sê destey serekî da dabes bikeyn: 1. Pistîwananî hemîseyî, wekû giyanleberan, Xidrî Zîndû, sîmurx û perî; 2. Dujminanî hemîseyî, wekû ejdîha û derwês; 3. Ewaney le her dû taqimeke da cê degrin, wekû dêw, pîrejin, sazadexan û padisakan.
|
| A Comparison of a Poetic Glossary Subha-i Sibyan and The First Kurdish Poetic Glossary Nubehara Biçukan | Author : Mustafa Öztürk | Abstract | Full Text | Abstract :Klasik edebiyat eserleri arasinda sayilan manzum sözlükler, çocuklara yabanci dil ve aruz ögretimi gibi alanlarda temel bilgilerin kazandirilmasi amaciyla yazilmis eserlerdir. Bu amaçla Arap, Fars, Türk ve Kürt klasik edebiyatlarinda kaleme alinmis çok sayida manzum sözlük bulunmaktadir. Türk Edebiyatindaki Sübha-i Sibyân ve Kürt Edebiyatindaki Nûbehara Biçûkan kendi alanlarinda önemli kabul edilen iki manzum sözlüktür. Bu iki eserin ortak yönü, hedef kitlesi olan çocuklara Arapçayi ögretmek amaciyla yazilmis olmalaridir.
Sübha-i Sibyân ve Nûbehara Biçûkan arasinda birçok benzerlik ve farkliliklar tespit edilmektedir. Çocuklara Arapçanin temel kelime ve kurallarinin ögretilmesi, dinî ve ahlâkî nitelikli tavsiye ve nasihatlerde bulunulmasi, eserde izlenen yöntem ve teknik, eserin hacmi ve ögretmede öncelik verilen kelime kadrolari bakimindan karsilastirmaya konu olabilecek unsurlar bulunmaktadir. Anahtar Kelimeler: Manzum Sözlük, Sübha-i Sibyân, |
| Ali Teremakhi and His Works | Author : Newrouz MAHMOUD | Abstract | Full Text | Abstract :There is a lot talk in the scientific and cultural circles about the oldest written work in the Kurdish language, and in this context we hear the name of Ali Teremakhi. So the researcher seek to throw light on this Kurdish writer and his works, habitat,
era (the late 16 century - beginning of the 17), and what we know from sources about his character and life. The research focuses on clarifying the content of his famous work "Kitabus Serfi billughatil Kurdiyyeh" and his style and method. It is a book of education about the Arabic Morphology in Kurdish Language, with profiles of Persian and Kurdish Morphology. There fore it is the oldest book of prose in the Kurdish language, unknown until now. There is no doubt that this reflects the interest of the Kurds in the Arabic language from an early time. Ali Teremakhi shows in his work efficiency in education; especially to those who do not have Arabic as mother tongue. Perhaps it is interesting to observe the absence of evidence from the Koran, although it is dedicated to education in Islamic religious schools |
| Classic Poets from Regional Perspective: The Example of Bitlis District | Author : Abdurrahman ADAK | Abstract | Full Text | Abstract :Heta niha xebatên ku li ser tarîxa edebiyata kurdî ya klasîk hatine kirin, wek rêbaz bi piranî di çarçoveya diyardeya zeman û perspektîfa kronolojîk de mane. Lêbelê di tesbîtkirina tarîxa edebiyata klasîk de diyardeya mekan û perspektîfa herêmî jî rêbazên girîng in. Di edebiyata kurdî ya klasîk de herêma Bedlîsê ji bo perspektîfa herêmî nimûneyeke girîng e. Di serdema mîrektiyan de desthilatdariya mîrektiyên Bedlîs û Hîzanê û di serdema pistî mîrektiyan de jî hebûna medrese û tekyayên girîng, ji bo derketin û pêsketina edebiyata kurdî ya klasîk li herêma Bedlîsê faktorên herî girîng in. Di vê xebatê de 17 helbestvanên klasîk ên devera Bedlîsê hatine tesbîtkirin û ji aliyê serdem, koç, dever û mehsûlên edebî ve li ser wan helbestvanan nirxandineke gistî hatiye kirin. |
| Metaphoric and Imaginary Narration in the Kurdish Riddles | Author : Kenan SUBASI | Abstract | Full Text | Abstract :Di nav keresteyên gelêrî de mamik li gor sêwaz û naveroka xwe hêjayî gelek lêkolîn û analîzan e. Wek pênaseya wan, dewlemendiya mamikan û gesedana wan a dîrokî jî efsûnî ye. Her çiqas îro wek keresteyeke kêf û lîstikê û ji bo fêrkirina ziman amûreke kêrhatî be jî li gorî lêkolîneran di eslê xwe de mamik berê ji bo pêsbaziyên zîrekiyê yên siltanan û ji bo vesartina raz û sembolan gotinên zor û zehmet bûne. Di vê xebatê de me jî hewl da ku di mamikên kurdî de di bin gotinande çi hêma, metafor û sembol hene bizanin. Di serî de berî ku em analîza hêmayên di mamikan de bikin me xwest em bi gistî bidin zanîn ka mamik çi ne û çawa tên afirandin. Her wiha me du rêbazên afirandina hêmayan ango matafor û metonîmî û têkiliya wan a bi mamikan re da ber çavan. Pistî vê kurtenasînê, me hêmayên di mamikên kurdî de li gorî çawanî û çendaniyê parî kir û bi mînakan ew nîsan dan. Herî dawî jî me ji bo sayesandina hin heyberên sênber ên sereke yên ku di mamikên kurdî de cih girtine, tabloyekê hêmayan çê kir. |
| Di Dengbêjiyê De Li Dor Temaya Ser û Kustinê Nirxandina Kilamên Sînê | Author : Cihan KAYNAR | Abstract | Full Text | Abstract :Çanda dengbêjiyê ji berê heta niha hestên civaka Kurdan îfade kiriye. Yek ji van hestên ku em di kilamên dengbêjan de rast tên hesta xemgîniyê ango sînê ye. Peyva sînê, di çanda Kurdan de ji bo qewimînên xembar û dramatîk tê gotin. Sîndanîn/sîngirtin/sîngirêdan di nav Kurdan de wek rîtûel xwediyê hinek taybetmendiyan e. Lê, vekolîna van taybetyan li derveyê sînorê vê xebatê ye. Sîn, herçend bi qewimînên kustin û mirinê re têkildar be jî em dibînin ku di kilamên dengbêjan yên evînî, ser û lehengî de jî hestên xembarî û sînê dertên beriya me. Li kêleka van em dibînin ku li ser bûyerên xwezayî yên wek erdhejê ku di bîra civakê de mane jî kilam hatine gotin. Dengbêj bi saya zimanê hestiyar û sêweya xwe bûyerên xembar estetîze dike û pêskesî bîra civakê dike. Di vê xebatê de armanca me ew e ku em di kilamên dengbêjiyê yên ku behsa ser û kustinê dikin de li taybetiyên temaya sînê bigerin. Herwiha di vê xebatê de em dixwazin di kilamê ser û kustinê de hêmanên hevpar peyda bikin. Di vê xebatê de em ê lêbikolin gelo di kilamên sînê de dengbêj ji aliyê vegotinê ve rêbazekî çawa diceribînin û di honaka kilameke xemgîniyê de kîjan hêmanan diemilînin. Ji bo vê xebatê me ses kilam bijartin ku mijara wan ya ewil ser û kustin e. Kilamên ku me desîfre kirine ev in: Sahîno, Qasimo, Silêmanê Emer, Bavê Koroxlî, Hesenê Mala Mûsa û kilamek Huseyno ku li ser kustina leskerekî Gimgimê hatiye gotin. |
| Comparison of Kurmanci and Zazaki in Terms of Philosophy of Language | Author : Ibrahim BINGÖL | Abstract | Full Text | Abstract :Ev gotar ji aliyê felsefeya zimên ve li ser berawirdkirina kurmancî û zazakî ye. Heta niha pir caran kurmancî û zazakî ji aliyê peyv, hevok, gramer û hwd. ve hatiye berawirdkirin lê di vî warî de ji aliyê felsefeya zimên ve zêde xebat nehatiye kirin. Armanca vê gotarê ew e ku bala xwendevanan biksîne ser vî alî. Her çiqas carinan em ketin li warê gramerê jî armanca me ya sereke ew nebû. Me xwest ku têkîlîya zimên û çand çi ye, kurmanc û zaza çawa difikirin hwd. wana binîn ber çavan. Ji ber vê yekê mînakên ku hatine dayîn piranî li ser rewsên gerdûnî ne, yanê yên ku di her zimanî û her çandê de hene. |
| Bîbliyografyaya Tezên Besên Kurdolojiyê yên li Tirkiyeyê (2011-2016) | Author : Yakup AYKAÇ | Abstract | Full Text | Abstract :Ev nivîsar li ser tezên besên kurdolojiyê yên li Tirkiyeyê nirxandineke bîbliyografîk e. Armanca vê nivîsarê; ji destpêkê heta roja îro çi tez hatibin nivîsîn digel nirxandineke gistî amadekirina bîbliyografyaya wan e. Ji ber ku di rewsa hazir de li Tirkiyeyê hê tezên doktorayê tune ne, ev bîbliyografya tenê tezên lîsansa bilind di nav xwe de dihewîne. Herwiha sînorên vê xebatê ew tez in ku; di navbera 2011 û 2016an di besên Ziman û Edebiyata Kurdî û Ziman û Çanda Kurdî de hatine amadekirin. Digel vê bi saya vê nivîsarê em ê pê bidine zanin ku li kurdolojiyê zêdetir di kîjan zanîngehê de çi mijar hatine xebitîn, di kîjan sehayê de xebat hatine kirin, bi çi ziman an jî zaravayê hatine nivîsîn. Li gorî wan agahiyan çarçoveyeke gîstî hatiye danîn.
|
|
|